Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Lale Koçgunê albûma xwe ya duyem bi navê “Paydâ” weşandiye. Koçgûn demeke dirêj e bi muzîkê re mijûl e û di sala 2015ê albûmek bi navê “Sırr-ı Dem” amade kiribû. Di wê albûmê de 10 stran hebûn ku bi kurmancî, zazakî û tirkî bûn ev stran.
Piştî 7 salan Koçgunê albûmeke nû weşandiye. Albûm ji 12 stranan pêk hatiye. ji 12 stranan 7 stran cara pêşiyê di albûma Lale Koçgunê de hatine strîn. Koçgunê li gel stranên gelêrî, cih daye besteyan jî. 6 ji van stranan beste ne û 6 jî stranên gelêrî ne. Yek ji van stranên gelêrî strana “Pêşiya Malê” ye ku li gel Aram Tîgranî gelek stranbêjên din jî strane. Ev stran di konserê de hatiye tomarkirin ango tomareke zindî ye. Yek jê straneke gelêrî ya ermenkî ye ku navê wê “Kele Nazo” ye. Yên din jî yên ji ber helbestên Karacoglan, Pîr Sûltan hatine çêkirin.
Stranên din jî besteyên Lale Koçgunê ne ku ji ber helbestên kesên mîna Mustafa Yeşilyurt, Qemera Bariye, Kemal Bülbülî hatine wergirtin.
Lale Koçguna ku ji Sêwasê ye muzîka xwe li ser bingeha muzîka elewî-kurdên Koçgiriyê saz kiriye. Di kar û barên xwe yên muzîkê de bi kesên mîna Cemîl Qoçgirî û Mîkaîl Aslan, Kamer Soylemez re kar kiriye. Demekê di konserên Cemîl Qoçgirî û Mîkaîl Aslanî de bûye vokalîst.
Di albûma “Paydâ”yê de Erdem Pancarci derhênerî kiriye. Songul Ozmen, Ayten Guler, Makbule Koçgun, Mehmet Alî Akbal, Fazil Ozmen, Ronî Ozmen, Hanim Koçgun, Zelal Xezal Erel, Seyran Koçgun û Zelal Koçgun bi dengên xwe beşdarî nava xebatê bûne.
Derbarê Lale Koçgunê de
Lale Koçgun di sala 1983ê de li bajarê Mainzê yê Almanyayê jidayik bûye. Ji malbateke kurd-elewiyan e ku ji herêma Koçgiriyê ne.
Tevî Cemîl Qoçgiriyî li muzîkên herêma Koçgiriyê kiriye û dest bi lêkolîna wan kiriye. bi saya malbata xwe fêrî lêdana sazê bûye.
Di sala 1999ê de li dibistana muzîkê ya bi navê "Veroz" dersên teoriyê û gîtarê wergirtiye ku Mîkaîl Aslan û Kamer Soylemezî ev dibistan ava kiriye. Tiştên ku di vê perwerdeyê de dîtine û şêweyê muzîka xwe têkel dike. Di 16 saliya xwe de cara pêşiyê li herêma Rhein-Main a Almanyayê derketiye ser dikê û konserek daye.
Di sala 2002ê de di yekem albûma yekem a Cemîl Qoçgiriyî de ya bi navê "Aşk-ı Pervaz"ê de deng daye strana "Perişan“ê, di albûma wî ya duyem a bi navê "Heya“yê de jî deng daye strana "Sürgün Zamanı"yê. Bi vê bala hin muzîkhezên din kişandiye. Demên dirêj konser dane û tevî Eser Baki, Ali Erel û Uğur Canpolatî komeke muzîkê ava dike. Paşê Dilan Doğan dikeve nava komê. Di sala 2012ê de li "Mainzer Weltmusik Akademie" ya ku Mikail Aslan, Cemil Qoçgiri û Günter Bozemî bi hev re ava kirine dersên tembûrê ji Cemil Qoçgiriyî û dersên şan û dengî ji Arthur Bagdasaryanî standiye. Yekem albûma xwe bi navê "Sırr-ı Dem" di sala 2015ê de weşandiye. (FD)