Fotograf: Twitter
Lahûr Şêx Cengî, Hevserokê Yekîtiya Niştimanê Kurdistanê (YNK) aşkere kiriye ku ew bi vîrusa Covid-19ê ketiye.
Lahûr Şêx Cengî, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî aşkere kiriye ku ew bi Covid-19ê ketiye. Lahûr Şêx Cengî gotiye ku ew jî weke her welatiyekî asayî yê welat tûşî vîrusê bûye.
بەندەش وەک هەر هاوڵاتییەکی ئاسایی ئەم وڵاتە تووشی ڤایرۆسەکە بووم، بەڵام خۆشبەختانە تەندروستیم زۆر باشە. خۆم بە خۆشحاڵ دەزانم کە تووشی ڤایرۆسەکە بووم، ئەمەش بۆ ئەوەی باشتر هەست بە ئێش و ئازاری هەموو ئەو هاونیشتمانییانە بکەم کە تووشی کۆرۆنا بوون.
— Lahur Talabany (@LahurTalabany) August 11, 2020
Hevserokê YNKyê wiha berdewam kiriye: “Tenduristiya min gelekî baş e. Ez xwe bi kêxweş dizanim ku tûşî koronayê bûme, ew jî ji bo ku baştir hest bi êş û derdê hemû wan hemwelatiyan bikim ku tûşî koronayê bûne.” (FD)