Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Doza kuştina Mûsa Anterî li 6em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dewam kiriye. Doza kuştina Anterî û doza esasî ya JITEMê beriya niha kiribûn yek. Îro 29em danişîna dozê pêk hatiye.
Heyeta dadgehê biryar daye ku dadgehkirin piştî 4 mehan dewam bike. Xetere li ser doza kuştina Mûsa Anterî heye ku dema wê ya yasayî biqede û doz bê encam bibe.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê kurê Mûsa Anterî, Dîcle Aner, nivîskar-rojnameger Huseyîn Aykol û parêzer beşdarî danişînê bûne.
Nakokî di axavtina Çatalkayayî de heye
Di danişînên beriya niha de Latîf Şîmşek, moderatorê Beyaz TVyê gotibû ku wî name û mûyê porê Mahmût Yildirimê bi navê “Yeşil” dihate naskirin, daye Zekî Çatalkaya, Midûrê Emniyeê yê berê yê Enqereyê.
Îro di dema dadgehkirinê de Çatalkaya beşdarî danîşînê bûye û weke şahid, îfade daye.
Çatalkaya bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBIS) beşdarî danişînê bûye û gotiye ku ew ji çapemeniyê Latîf Şîmşekî nas dike.
Paşê jî gotiye ku Şîmşek carekê hatiye odeya wî ya li Midûriyeta Emniyetê. Her weha diyar kiriye ku sedema serdana Şîmşekî, taybet e. Çatalkayayî wiha gotiye:
“Latîf Şîmşekî îdia kiriye ku qevdek porê Mahmût Yildirimî daye min. Ev nayê bîra min. Ger wê demê bi daxwaz û daxuyaniyeke wiha bihata cem min, weke Midûrê Emniyetê yê Enqereyê yê wê demê, min nekarîbû çavê xwe jê re bigirta. Lê tiştekî wiha nayê bîra min. Ger radestî min bikira min ê karê yasayî li ser bikira.”
Parêzeran careke din xwestine dosye ji hev cida bibin
Piştî axavtina Çatalkayayî, Mehmet Selîm Okçûoglû, parêzerê malbata Anterî axiviye. Okçûoglûyî diyar kiriye ku xetere heye dema yasayî ya dosyayê biqede. Okçûoglûyî gotiye, ji ber bêxemiya burokrasiya Wezareta Dadê paraznameya Abdûlkadîr Ayganî (Azîz Tûran) nehatiye wergirtin ku yek ji bersûcên dosyayê ye û li derveyî Tirkiyeyê dijî.
Mehmet Selîm Okçûoglûyî her weha xwestiye ku doza kuştina Mûsa Anterî û ya JITEMê ji hev cida bibin.
Parêzer Okçûoglûyî destnîşan kiriye ku ew fam nakin bê ka çima Mahmût Yildirimê bi nasnav Yeşîl dernaxin holê.
Heyetê dadgehkirin taloq kiriye
Dadgehê biryara xwe ya demkî aşkere kiriye û gotiye ku ew ê li bendî bersiva Wezareta Dadê ya derbarê Abdûlkadir Ayganî bin, li bendî biryarên zeftkirina Abdûlkadîr Aygan, Mahmût Yildirim, Muhsîn Gul, Mehmet Zahîr Karadenîz û Fethî Çetînî bin.
Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê xwestiye weke alî beşdarî dadgehê bibe, lê heyeta dadgehê ev daxwaz qebûl nekiriye. Dîsa biryar daye ku ji bo navnîşanên şahid Omer Ozuyilmaz û Celal Yeltekînî lêkolîn bikin careke din nivîsekê binivîsin.
Her weha daxwaza cidakirina dosyeyan a parêzer Mehmet Selîm Okçûoglûyî jî qebûl nekiriye.
Dadgehkirin wê 22yê Adara 2022an dewam bike.
Wê di Îlona 2022an de dema yasayî ya dosyayê bidawî bibe. (HA/FD)