Berdevkê hukimetê û Alîkarê Serokwezirî Numan Kurtulmuş ragihand ku ji bo serbestiya vizeyê hewldanên wan dewam dike.
Kurtulmuşî derbarê Peymana Penaberan de got: ‘Muzakereyên ku di navbera Ewropa û Tirkiyeyê tên kirin, gelek girîng e. Ti gotin an pêkhatin bê sedem nehatiye kirin. Em pê bawer in ku sozên ji hêla YEyê ve hatine dayîn jî, badilhewa nîne. Betalkirina peymanê di rojeva me de nîne.’
Erdogan derbarê mijarê de gotibû: ‘Eger encameke baş ji van hevdîtinan dernekeve, bila li qisûrê nenêrin. Peymana derbarê qebûlkirina penaberan de li meclisa Tirkiyeyê jî dê neyê qebûlkirin.’
‘Hevdîtinên bi YEyê re dewam dikin’
Kurtulmuşî duh piştî civîna Lijneya Wezîran daxuyanî da û wiha got:
‘Niha dora YEyê ye ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Ez wisa difikirim ku dê YE jî li hemberî Tirkiyeyê ku berpirsyariyên xwe ev qas baş bi cih anîne de, dê bi awayekî zelal tev bi gere.’
‘Di warê mijarên teknîkî de pêywendiyên me dewam dikin. Wezîrên YE û karên derve xebatên xwe didomînin. Piştî civînên li Brukselê dê hin civînên din jî pêk werin. Ji bo ku encameke baş derkeve holê, ci ji destê me were em dê bikin.’
Meclisa Tirkiyeyê
‘Ji bo dawiya serdema xebatên meclisê demeke kêm maye. Her wezaretê hin qanûnan ji xwe re kiriye xebatên sereke. Em derbarê vê mijarê de jî axivîn.’
‘Guhertina cihên bajêr-navçeyan di rojevê de nîne’
‘Li hemberî ‘terorê’ li bajêr û bejahiyê, li welêt û derveyê welêt operasyonên gelek berfireh tên kirin. Li ku û çawa diviyabe, hêzên me yên ewlehiyê wisa tevdigerin. Ji bo ji nû ve bajêr werin îmarkirin, hewldanên me dewam dikin.’
‘Guhertina cihê hin bajêr-navçeyan di rojeva me de nîne. Wê operasyon dewam bike.’