Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş li Meclisê serdana Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimoğullari û Tuncer Bakırhan kir.
Kurtulmuş ji aliyê hevserok û Cîgirên Serokên Komê Guilstan Kiliç Koçyiğit û Sezai Temelli ve hate pêşwazîkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê civîn ji çapemeniyê re pêk hat.
Tê payîn ku piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê ya hevbeş were lidarxistin.

