Ji bo nûçeya Tirkî
Berdevkê Hukimetê û Alîkarê Serokwezîrî Numan Kurtulmuş dema civîna Lijneya Wezîran dewam dikir, daxuyanî da ji çapemeniyê re.
Numan Kurtulmuş derbarê Serokê Diyanetê Mehmet Gormezê ku gotibû divê Diyanet girêdayê serokomariyê were kirin de got: ‘Ew daxwazeke nebaş e.’
Numan Kurtulmuş wiha got: ‘Serokatiya Karên Diyanetê firêdayê serokwezîriyê ye. Ji bilî vê yekê ew kes burokrat e û li gorî sîstema me jî nebaş e ku burokratan daxwazên wiha bînin ziman.’
Gormez gotibû: ‘Di çarçoveya ji nû ve avabûnê de ku Sererkanî û MIT girêdayê serokomariyê tên kirin, divê Serokatiya Diyanetê jî bi heman şiklê girêdayê serokomariyê were kirin.’
TSK û “Artêşa pispor’’
‘Ew geşedan û guhertinên di nav TSKyê de tesadufî ji ber ji nişkeva derbe pêk hatibû nîn in. Ew yekana bi awayeke baş hatine amadekirin û pilankirin û di encama xebat û hewldanên helek hêja derketine holê.’
‘Di cihê van hêzên ku xwediyê hejmareke mezin yê leşkeran e de, amadehî û hewldan tên kirin ku artêş pispor were avakirin.’
‘Ji bo ku hemû artêş di bin yek destekî de nebe Jandarma û Hêzên Ewlehiya Sahilê girêdayê Wezareta Karên Navxweyî, fermandariyên hêzan girêdayê Wezareta Parastinê, sererkanî jî rasterast girêdayê serokomarê me bi xwe be.’
Radestîkirina Fetullah Gulen
Kurtulmuş derbarê radestîkirina Gulen de wiha got: ‘Qet bawer nakim ku ti rêvebireke Amerîkayê saf û bêguneh be. Em dixwazin ku Amerîka empatî bike. Eger papazekî hebe û bixwaze Amerîkayê hilşîne û ew kes li Enqereyê be.’
‘Divê ji vir pê ve Amerîka biryareke bide. Yan dê lîderê tevgera terorîst li cem xwe bihewîne yan jî dê li hemberî têkiliyên dostanî û mutefikê yên 79 milyon welatiyên Tirkiyeyê rêx bigirin.’
Betalkirina îznên karmendan
Kurtulmuş derbarê betalkirina îznên karmendan de wiha got: ‘Em nikarin wisa rojeke teqez diyar bikin. Ji bo tedbîrgirtinê ew biryar hatiye hilanîn, Bawer dikim wê di demeke nêz de çareser bibe. Ez naxwazim ku bahsa dîrokeke teqez bikim.’
(YY/YO)