Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Cihgirê serokwezîrî, Nûman Kurtûlmûşî li ser biryara Meclîsa Iraqê dîyar kir ku piştî DAIŞê Mûsil îşgal kir bû mecbûriyetek ku [Artêşa Tirkiyeyê] li Başîkayê be.
Kurtûlmûşî got:
‘’Heyina [artêşa] Tirkiyeyê ya li Başîkayê piştî DAIŞê Mûsil dagir kir bû mecbûriyetek. Dema DAIŞê Mûsil dagir kirî Hikûmeta Iraqê li kû bû? Her dîsa dema gelek bajarên Iraqê di rojekê de hatîn dagirkirin camîaya navneteweyî li kû bûn? Heyîna Komara Tirkiyeyê ya li Iraqê û Operasyonên li Sûriyeyê ne bi mexsedên dagirkirinê ne.’’
BIXWÎNE: Amerîka: Leşkerên Tirkiyeyê bi awayekê îllegal li Iraqê dimînin
Meclîsa Iraqê bi daxuyaniyeka nivîskî da zanîn ku Meclîs qebûl nake hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê li Başîkaya girêdayî Mûsilê bimîne.
Meclîsê di daxuyaniyê de eşkere kiriye ku ew biryara Parlamentoya Tirkiyeyê qebûl nake ku parlemanê biryar daye dema mayina li Iraqê ya TSKyê(Hêzên Çekdar ên Tirkan) dirêj bike.
BIXWÎNE: Iraq: Tirkiye dagirker e, divê hêza wê ji axa Iraqê derbikeve
TSK(Hêzên Çekdar ên Tirkan) di 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2015ê leşkerên xwe şandibûn Başîkaya nêzîkî Mûsilê.
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê, İbrahim el-Caferî, dabû zanîn heke Tirkiye artêşa xwe bi paş ve nekêşe ew ê ihtimala operasyonekê jî li ber çavan bînin. (AS/MB)