Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
“Heke ku hûn bi rastî jî dixwazin berxwedêran bibînin, divê hûn van pirtûkan hemûyan bixwînin”.
Derhêner Tûfan Taştan ji ber çîroka Bariş Biçakçi ya bi navê “Yekî Bi Navê Rifat” ku di pirtûka wî ya “Barana Sivik” de ye, kurtefilmek ji bo Nûriye Gulmen, Semîh Ozakça û Velî Saçilikî kişand.
Di film de Ahmet Rifat Şûngar, Fûnda Eryîgît, Ozgur Çevîk, Riza Akin, Serdar Orçîn û Serkan Keskîn weke lîstikvan cî digirin.
Akademisyen Nûriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça bi KHKyê ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin.
Ji bo ku karibin vegerin karên xwe li Enqereyê li ber Peykerê Mafên Mirovan ê li Kolana Yukselê dest bi çalakiya berxwedanê kirin û di vê demê de gelek caran hatin desteserkirin û berdan.
Herî dawî di 22yê Gulanê de hatin desteserkirin û piştî bi rojekê hatin girtin. (HK/FD)