Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Parlamenterê Partiya Demokratîka Gelan (HDP) yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu ji ber biryara birina bi darê zorê ya ji hêla 17emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve hatiye dayin, 5ê Îlonê roja sêşemê derket pêşberî dadgehê.
Ertûgrûl Kurkçu weke endamê Komisyona Mafên Mirovan ê Parlamentoyê li hemberî rapora derbarê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Şakranê de derketibû û Serdozgeriya ya Îzmîrê ji ber vê mijarê derbarê Kurkçuyî de îdianame amade kiribû. Îdianame ji hêla 13emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ve hatibû qebûlkirin û Kurkçu jî li wir tê dadgehkirin.
Kurkçu ku bi darê zorê birin pêşberî dadgehê li vir xwe parast û wiha got, “Weke parlamenterekî ez di bin gefa cezayî de derxistime pêşberî dadgehê. Li gorî encamên siyasî yên vî tiştî bi xwe jî, pêkanîna taybet a dîktatoriya faşîst û rejîma despot e.”
“Ne ji ber ku gumanbar an jî bersûc im li vir im”
“Sedema min a li vir ne ji ber ku ez gumanbar an jî bersûc im, ji ber ku ez parlamenterê HDPyê me, ji ber têkoşîna ku em li hemberî nijadperestî, mêtinkarî, faşîzm, istibdad, mezhebperestî, serweriya şexs an jî sulale yê dimeşînin, têkoşîna me ya ji bo vekhevî, azadî, edalet, demokrasî û mafên mirovan; sempatiya ku vê têkoşînê di nava gel de çêkiriye û metirsiyên kûr ên windakirina serweriyê yên ku di qesrê de çêdibin e.
“Hûnê endamekî MPKEyê çawa dadgeh bikin ku ji bo dadgehkirina wî destûra MPKEyê pewîste”.
* ji bo tevahiya îfadeya Ertûgrûl Kurkçuyî bitikîne.
(EKN/FD)