Google-ê duh aşkere kiriye ku wan 24 zimanên din li beşa xwe ya wergerê ya bi navê Translate-ê zêde kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, yek ji van zimanan kurdiya soranî ye. Google-ê di bloga xwe diyar kiriye ku, piraniya wan li Iraqê, 8 milyon kes bi Soranî diaxivin.
Deh ji van zimanan li Afrîkayê ye ku Lingala, Twi û Tigrinya jî hene. Bhojpuri, zimanê ku li bakurê Hindistanê yê 50 milyon mirov pê diaxivin û Dhiveri, zimanê li Maldîvan pê diaxivin jî êdî di Google Translate-ê de cih girtine.
Bi tevlêkirina van zimanan,li Google Translate-ê hejmara zimanan gihîştiye 133yan.
Google Translate-ê beriya niha Kurdiya Kurmancî jî li nava zimanên xwe zêde kiribû. (FD)