Koçerê Bîrkar(Caucher Birkar), xelata herî qedirbilind a Bîrkarîyê(Matematîk), Xelata Fieldsî standiye. Ji bilî Koçerê Bîrkar, Alessio Figalli, Peter Scholze, Akshay Venkatesh jî heman xelat standiye.
Koçerê Bîrkar, ji Merîwana Îranê ye. Ew ji bo xwendinê çûye Brîtanyayê. Li wî welatî pêşiyê bûye penaber. Niho Bîrkar welatiyê Brîtanyayê ye û li Zanîngeha Cambridgeyê profesorê Matematîkê ye.
Li gor nûçeya malpera Zanîngeha Cambridgeyê, li Rio De Janeiroya Brezîlyayê Kongreya Matematîkê ya Navneteweyî hatiye pêkanîn. Di kongreyê de Koçerê Bîrkar xelat standiye. Xelata Fieldsî wek Xelata Nobelî ya Matematîkê tê zanîn.
Bîrkarî di dema xelatstandinê de gotiye:
“Kurdistana di nav şerî de, cihekê welê bû ku nedihat hêvîkirin zarokek bala xwe bide ser matematîkê û bi pêş bikeve.
“Ez hêvî dikim ku ev nûçe dê 40 milyon kesan bibişirîne(bigirnijîne).”
Xelata Fieldsî ew kesên ji 40 saliyê biçûktir distînin. Her çar salan carekê tê dayin.
Bîrkar sala 1978ê de li Merîwanê hatiye dinê. Wî li Zanîngeha Tehranê xwendiye. Wî sala 2004ê li Zanîngeha Nottinghamê doktora kiriye.
(MB)
*Me ev nûçe ji agahiyên li malpera Zanîngeha Cambridgeyê berhev kirine û wergerandine.