21Ê SİBATÊ ROJA ZİMANÊ DAYÎKÊ YA CÎHANÎ
KURDÎGEHÊ li Wanê ‘Pêşengeha Wêneyên Navdarên Kurd’ li dar xist
Di çerçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê de li gelek deverên cur bi cur yên li Kurdan bername û pîrozbahî tên li dar xistin.
Di heman çerçoveyê de li Wanê jî ji aliyê saziya ziman KURDÎGEHê gelek bername hatine amadekirin. Li Galeriyaya kolana Hunerê ya Wanê Kurdîgehê bi navê ‘Pêşengeha Wêneyên Navdarên Kurd’ pêşengehek li dar xist.
Di pêşengeha ku gelek welatî tevlêbûyî de dîrok û nasnameya navdarên kurd ên wek Ehmedê Xanî, Eyşe Şan, Melayê Cizîrî, Mihemed Qazî jjî di nav de 25 navdar hatin nasandin.
Têkildarî pêşengehê û Roja Zimanê Cîhanê de hevseroka Kurdîgehê Arîfe Aslan û yek ji mamosteyên Kurdîgehê Zekî Îtah bi bianetê re axivîn.

Di axaftina xwe de Arîfe Aslan û Zekî Îtakî bal kişandin ser giringiya zimanê zikmakî û gotin”Armanca vê pêşengehê danasîna navdar û pêşengên ku di wêje, ziman û çand û hunera kurdî de navê xwe nivîsîne.”

(WT/AY)
Axtamar û kulîlkên biharê
Koma Şîn û Şahiyê ya Stand-upê: Ji bo henekan çîrokên me kurdan gelek zêde ne
Pirtûkxaneya Beydebayê dibe nefesek ji pirtûkhezan re
Ekolojîst Erdogan Odûk: Ger bi vî awayî berdewam bike 20 sal şûn de wê Behra Wanê biçike
KurdîWarê ji bo piştgiriyê bang li nivîskarên Serhedê kir