Wêne: Guardian
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li gor rojnameyeka Ingilîzîstanê ya bi navê Guardian, di meha Nîsanê de 2 hezar û 900 penaber çûne Yunanistanê.
Li gor rapora UNCHRyê(Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî) rêjeya ew kesên bi rêyên sererdî ji sînoran borîn ji wan kesên bi rêyên seravî borîn zêdetir bûye.
Bixwîne - NY: Ji 4 hejaran zêdetir penaber mirine
Li gor raporê bi tenê di meha borî de qasî nîvê wan kesên di sala 2017ê de ji sînorê Yunanistanê borîn ji sînorê wê borîne.
"Piraniya penaberan kurd in"
UNHCRyê eşkere kir:
“Hinek kes li qereqolan(navendên hêzên çekdar ên fermî) têne hiştin, hin ji wan sê meh in li wan deran in. Şertên wê derê gelek xerab e. Bi sedan kes hene û di nava wan de jinên ducanî jî hene, zarokên gelek biçûk hene. Hinek kes hene ku hewceyî piştgiriya psîkolojîk in.”
Bixwîne - Ji sedî 70yê zarokên penaber naçin dibistanan
Guardianê eşkere kiriye ku piraniya wan kesên penaber ew kurd in ku ji ber operasyona li Efrînê hatî kirin reviyane.
(PT/MB)