Fotograf: Diyarname
Komeleya Nivîskarên Sînemayê (SIYAD) xelatên xwe yên fîlmên salê, bi bernameyeke taybet daye xelatgiran.
Bernameya Xelatên 55em ên SIYADê li Salon IKSVyê (Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê) hatiye lidarxistin.
Li gorî nûçeya malpera diyarnameyê, Cem Davranî pêşkêşvaniya bernameyê kiriye û piştî Seroka SIYADê Esîn Kuçuktepepinarê xelat li xelatgiran hatine belavkirin.
Fîlmê “Kurak Günler” ê Emîn Alperî di 8 beşan de xelat wergirtine. Alper dema derket ser dikê da ku xelata xwe werbigire, axivî û xelat diyarî keça xwe ya yek mehî kir: "Em ji bo zarokên xwe Tirkiyeyek xweş hêvî bikin." Alper ku ji bo xelatek din carek din hat ser dikê, got: "Ez hêvî dikim ev bihar dê bibe bihareke xweştir. Ez hêvî dikim Osman Kavala, Çigdem Mater û girtiyên din piştî biharê vê havînê li cem me bin."
Derhênerê kurd Mûhammet Beyazdag ku bi belgefîlmê xwe "Her Şey Yolunda" xelat girt, got: "Em di rojên tarî re derbas dibin. Piştî tarîtiyê bihar tê. Ez hêvî dikim ev bihar dê bibe bihareke rastîn."
Di şevê de her weha, Xelatên Rûmetê û Kedê hatin belavkirin. Sûna Selen û Tevfîk Başer "Xelata Rûmetê", Korhan Yûrtsever jî "Xelata Kedê" girt. Dûre Xelatên Siyadê ku bi dengên endamên Siyadê hatine belavkirin hatin dayîn.
Xelatên ku hatine belavkirin ev in
- Fîlmê herî serketî: Kurak Gunler / Emin Alper
- Derhênerê herî serkeftî: Emîn Alper / Kurak Gunler
- Xelata hêviyê ya Ahmet Uluçayî: Nazli Elif Durlu /Zuhal
- Senaryoya herî serkeftî: Emin Alper / Kurak Gunler
- Lîstikvana herî serkeftî: Farah Zeynep Abdullah / Bergen
- Lîstikvanê herî serkeftî: Selahattin Paşali / Kurak Gunler
- Derhênerê/a dîmenê yê/a herî serkeftî: Christos Karamanis / Kurak Gunler
- Derhênerê/a hunerê yê/a herî serketî: Natali Yeres / Kerr
- Muzîka herî serkeftî: Stefan Will / Kurak Gunler
- Vesazkirina herî serketî: Ozcan Vardar, Eytan İpeker / Kurak Gunler
- Lîstikvanê duyem ê herî serkeftî: Erol Babaoglu / Kurak Gunler
- Lîstikvana duyemîn a herî serkeftî: Jale Arikan / Kerr
- Fîlmê herî serî yê di qada dîjîtal de belav bûye: İki Şafak Arasinda / Selman Nacar
- Xelata fîlmên faatastîk a herî serketî ya Giovanni Scognamillo: Ev Diye Bir Şey Yok / Derhêner F. Nur Ozkaya
- Belgefîlm metrajdirê jê herî serkeftî: Boşlukta / Somnur Vardar
- Kurtebelgefîlmê herî serkeftî: Her Şey Yolunda / Muhammet Beyazdag
- Kurtefîlmê herî serkeftî: Cehennem Boş Tüm Şeytanlar Burada / Ozgurcan Uzunyaşa
- Xelata fîlmê herî serkeftî ye biyanî: Drive My Car / Ryusuke Hamaguchi
- Xelata fîlmê herî serkeftî yê di beşa fîlmên dîjîtal de: Decision to Leave / Park Chan-Wook