Ogûn Samast16 sal berê di 19ê Kanûna Paşiya 2007an de Hrant Dînk,Berpirsê Giştî yê Weşanê yê Rojnameya Agosê ku rojnameya Ermeniyên Tirkiyeyê ye li ber avahiya rojnameyê li nava kuçeyê bi zanebûn kuştibû. Samast duh di saetên êvarê de ji Girtîgeha Tîpa F a Boluyê serbest bû.
Samast piştî kuştinê ji cihê bûyerê reviya û roja din li Otogara Samsunê hat girtin. Samastê ku ji aliyê polîs û cendirmeyan ve wek qehreman hat girtin, di 25ê Tîrmeha 2011an de 4 sal piştî kuştinê 22 sal û 10 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Ogûn Samastê ku di dema bûyerê de ji 18 salî biçûktir bû û li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan dihat darizandin. Ji ber kuştina bi qestî û hildana çeka bê destûr ji bo wî bi giştî ji18 sal û 8 mehan heta 26 salan cezayê girtîgehê dihat xwestin. 21 sal û 6 meh ji ber kuştina plankirî û salek û 4 meh jî ji ber hilgirtina çeka bê destûr li Samast hatibû birîn.
Çi bûbû?
Hrant Dink, Berpirsê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê, di 12emîn salvegera kuştina xwe de li Tirkiye û Cîhanê wê bi çendîn bernameyan were yadkirin. Dink 19ê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) ya 2007ê di encama sûîkastekê de hatibû kuştin.
Weke her sal wê îsal jî wê li ber avahiya berê ya rojnameya Agosê ya li Osmanbeya Stenbolê bernameyek çêbû. Dînk li ber vê avahiyê hatibû kuştin.
(AEK/AY)