Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rojnameger Cemal Kaşikçi, nivîskarê Washîngton Postê di Konsolxaneya Stenbolê ya Erebîstana Siûdî de hatibû kuştin. Têkildarî kuştina Cemal Kaşikçi 26 kes dihatin dadgehkirin. Dadgehê biryara rawestandina dadkirinê daye û dosye ji bo dezgehên edlî yên Erebistana Siûdî veguhestiye.
26 bersûcên fîrarî yên ku derbarê wan de biryara zeftkirinê hene tevlî danişîna ku li 11em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hatiye, nebûye.
Hin parêzerên ku baroya Stenbolê wezîfedar kirine, Hatice Cengîz, destgirta Kaşikçiyî û parêzerê wî li danişînê amade bûne.
Di danişînê de heyeta dadgehê biryara rawestandina dadkirinê daye û dosye ji bo dezgehên edlî yên Erebistana Siûdî veguhestiye.
Çi bûbû?
Ji 2yê Çiriya Pêşiyê saet 13.00ê û vir ve ti agahî ji Cemal Kaşikçiyî nayê wergirtin ku di wê demê de çûye Konsolxaneya Erebistana Siûdiyê ya li Stenbolê.
28ê Îlonê ji Kaşikçiyî re hatiye gotin ku “kaxizên te ne amade ne” û jê xwestine ku 2yê Çiriya Pêşiyê dîsa here Konsolxaneyê.
Dîmenên ku dema Kaşikçi dikeve Konsolxaneyê duh di rojnameya Washington Postê de hatibû belavkirin.
Ji bilî Reutersê û rojnamegerên ji Tirkiyeyê, Tûran Kişlakçi Serokê Komeleya Medyaya Tirkan û Ereban jî îdia kirine ku Kaşikçi hatiye kuştin û cesedê wî ji avahiya Konsolxaneyê hatiye derêxistin.
Di vê navberê de ji bo lêpirsîna edlî li Konsolxaneya Erebistana Siûdiyê bişopîne, Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê, erk daye wekîlekekî serdozgeriyê û dozgerekî komarî.
(HA/AY)