Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Biryara şandina hêzên aştiyê û naskirina Donetsk û Lûganskê ya Vladîmîr Pûtîn, Serokê Dewleta Rûsyayê bazarên kûrewî serobino kiriye.
Bihayên petrol û zêran li gorî salên dawî derketiye asta herî bilind.
Petrola Brentê ku ji hefteya dawî ya sala 2021an û vir ve bê navber bilind bûye û di 8 salên dawî de derketiye asta herî bilind û gihîştiye 98 dolarî.
Petrola Brentê di destpêka meha Kanûna Pêşiyê de 69 dolar bûye û di nava 11 hefteyên dawî de ji sedî 42 zêde bûye.
Ev asta di buhayê petrola Brentê de herî dawî di Îlona 2014an hatibû dîtin. Petrola ku di nava 8 salên dawî de gihîştiye lûtkeyê, di dema ku COVÎD-19ê de wate di Nîsana 2020an de daketibû 25 dolarî.
Buhayê zêr jî zêde bûye
Buhayê zêr jî li bazarên navneteweyî bûye 1915 dolar û ev asta herî bilind a ji meha Hezîranê û vir ve ye. Li bazara navxweyî, di saetên sibê de grama zêr derketiye 845 TLyî, çaryekek zêr jî bûye 1390 Lîreyê Tirk.(HA/AY)