Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî pêncî salî perçeyeke mezin ji bûzê, ji Antartîkayê qut bûye. Giraniya bûzê bi qasî 315 milyar tonî ye.
Navê perçeyê bûzê D28 e û li gorî texmînan bi salan dem boriye heta ku ji beşa mezin a bûzê qut bibe.
Ben Galton-Fenzi, zanyarê sîpanan, ji Beşa Antartîkayê ya Awistiralyayê (AAD) gotiye, beşa bûzê roja pêncşemê qut bûye.
“Weke bûza di nava qedeha avê de bû”
Fotograf: AA
Dr. Galton-Fenziyî diyar kiriye ku perçe wê rasterast bandorê li asta avê neke, lewre bûz bixwe ev demeke weke bûza di nava qedeha avê de bû:
“Lê ya balkêştir ew e ku bê ka windahiya vê bûzê dê bandoreke çawa li okyanûsa di bin refa bûzê û sireta parzemînê bike.”
“Me dizanîbû wê bibe”
Profesor Helen amanda Fricker, ji beşa Zanista Okyanûsan a Enstîtuya Scrippsê jî gotiye ew bi salane li benda vê bûne:
“Ez gelekî bi kelecan im ku piştî bi salan min şahidiya vê helînê bûme. Me dizanîbû ku wê dûr an nêzîk ev tişt bibe lê me nedizanî bê ka wê li ku bibe.” (PT/FD)
Çavkanî. Newshub, BBC