* Fotograf: Pexels
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî xebata di kovara Nature Climate Change-ê de hatiye weşandin, lêkolînêran nirxandina zêditirî 100 hezar xebatan kirine ku têkildarî germahiya gerdûnî ye.
Lêkolînêran germahiya ku ji ber bikaranîna sotemeniyên fosîlî û emîsyonên din ên karbonê û germahî û guhertina şilahiyê dane ber hev. Di encamê de derketiye holê ku têkiliyeke xurt di navbera bûyerên ji hev gelekî cida û liv û tevgerên mirovan de heye.
Di encama lêkolînên berê xwe dane kêmbûna çandiniyê, lehî, pêlên germahiyê û yên weke wan de derketiye holê ku germahiya gerdûnî bandor li ji sedî 85ê bejahiya cîhanê kiriye.
Max Callaghan, yek ji nivîskarên raporê û lêkolînêrî Enstîtuya Lêkolînê ya Mercatorê ya almanî wiha gotiye: “Binkeyeke gelekî mezin a delîlan heye ku çawaniya bandora guherîna îklîmê ya li civakên me û ekosîstemên me kiriye nîşan dide.”
Li gorî nûçeya Aayê Callaghanî her weha diyar kiriye ku guherîna îklîmê ji DYAyê heta Sûdana Başûr li her deverên cîhanê û berbiçav pêk hatiye. (TP/FD)