Heke hûn difirin ku ji ber krîza avhewayê bilindbûna germahiyê û guherîna rêjeya baranê dê sektora geştiyariyê ji peravên Deryaya Spî û Egeya Başûr ber bi Rojhilatê Deryaya Reş ve bikişîne, hûn şaş in. Pêşbîniyên wekî "Li Deryaya Reş nifûs dê zêde bibe û dê bibe navenda geştiyariyê" ji bo niha, ji aliyê encamên krîza avhewayê ve tenê wekî texmînekê mane.
Prof. Dr. Murat Turkeş li Navenda Lêkolîn û Pêkanîna Polîtîkayan û Guherîna Avhewayê û li Beşa Fîzîkê ya Zanîngeha Bogaziçiyê xebatan dimeşîne. Turkeş dibêje: "Barana zêde ya li Rojhilatê Deryaya Reş, vê herêmê bi awayekî otomatîk nake herêmeke koçê ya biewle" û ji bo pêşeroja Tirkiyeyê tabloyekî hilweşîner xêz dike.
Nexşeya Pêşerojê: Xizanî
*Prof. Dr. Murat Türkeş/ Fotograf: İklim Masası
Di dehsalên pêş me de, Tirkiye dê bikeve nava pêvajoyeke mezin a veguherînê ku tevgera mirovan û qadên jiyanê tê de ji nû ve ava bibe.
Lêbelê li gorî Prof. Dr. Murat Turkeş, nirxandina vê pêşerojê bi tenê bi rêya nexşeyên germahiyê şaşiyeke mezin e.
Turkeş balê dikişîne ser wê yekê ku divê di cihên niştecihbûnê yên pêşerojê de, germahî bi derfetên avê, çavkaniyên debarê, rîskên karesatan, xizmetên xaniyan û binesaziyê re bi tevahî û wekî pergaleke yekpare bên nirxandin.
Turkeş diyar kir ku germahî ne tenê sedema koçên ku bi qeyrana avhewayê ve girêdayî ne û bi bîr xist ku hişkesalî, têkçûna berheman û kêmbûna avê jiyana gundewariyê têk dibin, lehî û şewat jî dibin sedema wê yekê ku mirov ji nişka ve ji cih û warên xwe bibin.
Li gorî Prof. Dr. Turkeş, dema ku ev pêvajo bi windakirina dahatê, bêkarî, deyndarî û pirsgirêkên gihîştina xizmetên giştî re bibe yek, dê newekheviyên civakî hê bêtir kûr bike. Malbatên ku asta dahata wan bilind e dikarin li cihê xwe, xwe biguncînin, lêbelê beşên herî xizan nikarin derfeta barkirinê jî peyda bikin û dibe ku li qadên xeternak asê bibin.
Kesên ku koç dikin û penagehên "hênik"
Li gorî projeksiyonên Prof. Dr. Murat Turkeş û tîma wî, ji bilî koçên ku dibe ku ji Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê çêbibin, dê ji Anadoluya Navîn û Beşa Navîn ya Anadoluya Rojava ber bi Ege, Marmara, Deryaya Spî û Deryaya Reş ve jî pêleke berbiçav a koçberiya navxweyî rabe."
Lêbelê Turkeş balê dikişîne ser wê yekê ku ev koçberî ne tenê ji ber lêgerîna li hewayeke hênik, belê bi armanca gihîştina kar û xizmetan pêk tê.
Turkeş diyar kir ku balkêşiya aborî ya bajarekî ku koçê werdigire, nayê wê wateyê ku ew bajar ji xetereyên avhewayê dûr e; berevajî vê yekê, mirov dikarin ji ber pirsgirêka debare herikîna xwe bikin nava bajarên ku lehî, germahiya zêde an jî kêmbûna avê lê hene jî.
Turkeş behsa têgeha "guncawbûna îzafî”kir û got ku herêmên guncaw ên Bakurê Rojhilatê Anadoluyê, navçeyên bilind û hundirîn ên Muglayê, zozanên Aydinê û derdora Çanakkaleyê, li gorî geliyên peravan dikarin wekî cihên guncawtir werin dîtin.
Lêbelê li gorî Turkeş, rîska herî mezin tam li vir dest pê dike: Zozanek an jî qadeke şînkayî a ku îro hênike, ger bi awayekî bê kontrol ji avakirin û avahîsaziyê were vekirin, dikarê çavkaniyên avê zuha bike û ev yek jî dê avantajiya avhewayê ya li wê herêmê bi lez tune bike.
Turkeş bi taybetî balê dikişîne ser Rojhilatê Deryaya Reş û diyar dike ku berpal, cihên ku lehî lê radibin, tunebûna daristanan û nema zêde rê nadin ku laşê mirov xwêdan bide. Ev yek jî laşê mirov dixe streseke giran, ji ber vê yekê, ev herêm ne "penageheke otomatîk" e.
Hilweşîna di çandiniyê de û rîska krîza bajarî
*Rize Ardeşen / Gundê Oce, Fotograf: Evrim Kepenek/bianet
Prof. Dr. Turkeş balê dikişîne ser ewlehiya av û xurakê ya pêşerojê jî û diyar dike ku kêmbûna avê li herêma Konyayê, li Anadoluya Navîn û Başûrê Rojhilat û herwiha li herêmên Ege û Deryaya Spî dê bigihîje asteke gelekî xeternak û jiyanî.
Turkeş destnîşan kir û wiha got:
"Bi taybetî navçeyên bilind û hundirîn ên herêma Muglayê û zozanên bilind ên Aydinê, ji aliyê rehetî û hênikiya germahiyê ve dibe ku di pêşerojê de li gorî geliyên peravê yên germ bibin vebijarkên guncawtir. Lêkolîna me ya bi Yurtseven re ya sala 2025an nîşan dide ku herêmên stêp ên nîv-hişk û yên ku bi havînî pir germ û hişk in, berfireh dibin. Projeksiyonên salên 2041–2070 û 2071–2099 jî diyar dikin ku di rewşên gazên serayê yên pir zêde de, bi germbûn û hişkatiyê re dê qad û quntarên avhewayê bilind bibin."
Her wiha Turkeş bi bîr dixe ku germbûn hilmûgulmeke pir zede çêdike; ev rewş, tevî ku baran kêm nebe jî, axê bi tena serê xwe ziwa dike.
Li gorî Turkeş, li hemberî lêçûnên avdanê yên zêde û deynkariyê çewisandina hilberînerê piçûk dê zincîra xwarinê bixe ber xetereya qutbûnê; koçkirina hilberînê ber bi bakur an jî ber bi bilindahiyan ve jî her dem têra afirandina qadên çandiniyê yên nû nake.
Prof. Dr. Turkeş diyar dike ku li gel vê yekê, bajarên ku koçê werdigirin dê bi qeyranên binesaziyê re rû bi rû bimînin û kêmbûna ava vexwarinê, çûnûhatin, tenduristî û xaniyên civakî dê mezinbûna bêplana xurtir bike. Türkeş tekez dike ku divê şaredarî planên xwe yên avakirinê bi lezgînî bi bûdçeyên avê yên havzayan re bikin yek; her wiha planên çalakiya germahiyê, binesaziya kesk û veguherîna bajaran wekî şertên sereke destnîşan dike.
COP31 û Tirkiye
Turkeş diyar dike ku rêya parastina qadên jiyanê yên pêşerojê ji gavên berbiçav ên ku dê ji îro ve bên avêtin re derbas dibe û balê dikişîne ser Lûtkeya Avhewayê ya COP31ê ku dê li Antalyayê bê lidarxistin.
Li gorî Prof. Dr. Murat Turkeş, divê Tirkiye bi lezgînî bernameyeke veguherînê ya adil bixe xebatê; bernameyeke ku girêdaybûna nû ya bi sotemeniyên fosîl re çê neke û dema derketina ji komirê diyar bike.
Türkeş destnîşan dike ku di qeyrana avhewayê de armanc ne ew e ku mirov ber bi koçberiyên neçar ve bên ajotin, ew e ku li cihên xwe jiyaneke ewle, tendurist û bi rûmet bidomînin; lewra ew bang li Tirkiyeyê dike ku bêyî windakirina demê, li gorî daneyên zanistî bikeve nava tevgerê.
(EMK/CA/AY)
Çavkanî
1. Türkeş, M., Tekin, M. K. ve Salli, D. (2026). Theoretical and conceptual evaluation of climate-related displacement and mobility. The Anthropocene Review. https://doi.org/10.1177/20530196261434015
2. Türkeş, M. ve Yurtseven, N. (2025). Observed and projected geographical and temporal changes in the Köppen- Geiger climate types in Türkiye. Theoretical and Applied Climatology, 156, 154. https://doi.org/10.1007/s00704-024-05346-2
3. Yurtseven, N. ve Türkeş, M. (2026). A comprehensive assessment of drought dynamics in Türkiye. International Journal of Climatology, e70541. https://doi.org/10.1002/joc.70541
4. IPCC (2022). Climate Change 2022: Impacts, Adaptation and Vulnerability. Bölüm 13 ve Akdeniz bölümü CCP4. https://www.ipcc.ch/report/ar6/wg2/
5. Türkeş’in AA Yeşil Hat açıklamaları: “İklim felaketleri nedeniyle artan göçler yasal düzenlemeleri acil hale getiriyor” (17.06.2026); “İklim dirençli gıda ve su güvenliği girişimine Türkiye öncü olabilir” (22.09.2026).
6. Tekin, M. K. (2023). Küresel İklim Değişiminin Göçler Üzerine Etkileri ve Türkiye’ye Dair Öngörüler. Doktora tezi, Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi. Tez no 840442.
7. UNFCCC (2026). COP31 konferans bilgileri. https://unfccc.int/cop31
8. Türkeş, M. (2020). İklim değişikliğinin fiziksel bilim temeli II: Dünyada ve Türkiye’de gözlenen ve öngörülen iklim değişiklikleri ve değişkenliği. Toplum ve Hekim, 35(1), 3–31.
9. Türkeş, M. (2020). İklim değişikliğinin tarımsal üretim ve gıda güvenliğine etkileri: Bilimsel bir değerlendirme. Ege Coğrafya Dergisi, 29(1), 125–149.
10. Türkeş, M. (2024). Klimatoloji ve Meteoroloji. 3. basım, iklim değişikliği ve sıcak hava dalgaları bölümleri.
11. Türkeş, M. (2026). COP31, İklim Diplomasisinde Yükümlülükler ve Sözlerden Uygulamaya Geçiş İçin Yeni Bir Eşik Olabilir mi? İktisat ve Toplum, çevrimiçi yazı.
12. Türkeş, M., Turp, M. T., An, N., Öztürk, T. ve Kurnaz, M. L. (2020). Impacts of Climate Change on Precipitation Climatology and Variability in Turkey. Water Resources of Turkey, 467–491. https://doi.org/10.1007/978-3-030-11729-0_14
13. Tekin, M. K. ve Deniz, O. (2025). İklim Değişikliği Kaynaklı Göç Potansiyeli: Türkiye Üzerine Çok Boyutlu Bir Alan Araştırması. Coğrafi Bilimler Dergisi, 23(1), 236–263. https://doi.org/10.33688/aucbd.1517859











