Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Balafirên Rûsyayê li avahiyekê da ku leşkerên Tirkiyeyê tê de bûn û sê leşker mirin.
Berdevkê Kremlînê, Peskovî eşkere kir ku ew koordînatên ji bo balafirên şerî yên Rûsyayê hatîn dayin Tirkiyeyê daye wan divîya leşkerên Tirkiyeyê ne li wê derê bûna.
“Balafirên me li gor koordînatên hevkara me Tirkiyeyê dayîn tevgeriyane. Divîya li wê derê leşkerên Tirkiyeyê nebûna.”
Li gor nûçeya Spûtnîkê Pskovî daxuyanîyek daye çapemeniyê û eşkere kiriye ku ti mijarên Moskova û Enqere li ser li hev nehatîn nînin.
BIXWÎNE: TSK: Balafira Rûsyayê ji xeletî ve li leşkerên me da
“Ez dikarim bibêjim ku ji ber qelsiya koordînasyonê ev yek çêbûye.”
“Ji bo bûyerên bi vî rengî çênebin divê koordînasyonek di navbera serokerkaniya leşkerî ya Rûsyayê û Tirkiyeyê de çêbibe.” (EKN/MB)