Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
“Kırık Saat” kovareka sêmehane ya edebiyat û ramanê ye. Kovara Weqfa Tahir Elçîyî, bi daxuyanîyekê daye zanîn jimara yekem ya kovarê hatiye çapkirin.
Tahir Elçî parêzerekê naskirî bû. Sala 2015ê dema ku ew serokê BAROya Amedê bû, ji bo parastina minareyeka dîrokî ya navçeya Sûrê bangî aliyên çekdar kiribû ku ew şerî bisekinînin.
Di kovarê de axiftina Elçîyî ya li ber “Minareya Çarling” jî heye.
Turkan Elçîyê nivîsek li ser bîr û dîrokê nivîsîye. Kovar dê vê hefteyê li firoşgehan cihê xwe bigire.
(MB)