Di hejmara 165an a Kovara Nûbiharê de dosyayek bi navê “Zimanê Kurdî: Quo Vadis?” hatiye amadekirin.
Di dosyayê de nivîskar û akademîsyenên mîna Abdûllah Încekan, Îbrahîm Bor, Jan Îlhan Kizilhan, Tevfîk Bayram, Şehmûs Kûrt, Reha Rûhavîoglû, Prof. Dr. Joanna Bochenska, Prof. Dr. Geoffrey Haig, Prof. Dr. Christpoph Schroeder û Miradxan Şemzînan bi nivîsên xwe di dosyayê de cih girtine. Edîtorê dosyayê Abdûllah Încekan e.
Ji bilî vê dosyayê gelek nivîs û helbest di vê hejmarê de hene. Salih Kevirbirî derbarê dengbêj Feyzoyê Rizoyê demeke berê koça dawî kir nivîsiye. Rohat Alakom behsa bîranînên hunermend Aslîka Qadir kiriye. Ji bo 100 saliya komara Tirkieyyê Mûrad Celalî nivîsek li ser hin nivîskarên tirk ên di dîroka komarê de nivîsandine lê behsa kurdan nekirine, Şiyar Silêmanî li ser Hişyarê Serdî yê beşdarî Tevgera Şêx Seîdî bûye, Cîhan Roj li ser “mihafezekariya Nûbiharê û weşangeriya kurdî ya van salên dawî nivîsiye.
Her weha Nîhat Gultekîn, Îbrahîm Bûlak, Rojen Barnaz, Berken Bereh û komek navên din jî bi helbest û nivîsên xwe cih girtine. (FD)