Hejmara 166an a kovara Nûbiharê çap bû. Di vê hejmarê de dosyayek derbarê “Medyaya Civakî” de hatiye amadekirin. Ahmed Kanî edîtorê vê dosyayê ye û Ferid Demirel, Cemil Oguz, Murat Bayram, Hasan Kosen, Hecî Kardoxî, dr. Magded Saapan, Doç. Dr. Ekrem Onen, Welat Tofîq, Hesîbe Fayiqî û Konê Reş ji bo vê dosyayê nivîs nivîsîne.
Bi vê dosyayê re kovarê xwestiye rewşa medyaya civakî, bikarhênerên kurd ên medyaya civakî û bandora medyaya civakî ya li ser civaka kurdan binirxîne.
Ji bilî vê dosyayê Hanifi Taşkın digel helbestek Mela Ebdurehîmê Heyderî derheqê jiyana wî de agahî dane.
Abdullah Can nêrînên Seîdê Kurdî yên li ser komarê kirine mijara nivîsa xwe. Edîb Polat li ser naverok û lehengên romanên Ereb Şemo nivîsa xwe ava kiriye. Şerîf Çelebî li ser têkiliyên mirovan û xebatên ilmî 5 prensîb nivîsîne. Di vê jimarê de 3 nivîskaran, 3 heb pirtûk dane nasandin: Receb Dildar romana Lalîxan ya Halil Aktuğ, Emînê Botî romana Qasim Pîro Lerz, Lokman Polat jî romana M. Seîd Temel Şêxê Piçûk daye nasandin.
Nivîskarên çîrokên wan weşiyane ev in: Felat Dilgeş, Sabri Akbel, Mehmet Sena Sönmez, Zeynep Çelik, A.R.T Dilazad, Dawid Aram û Tekin Çifçi.
Hevpeyvîna ku Nihat Gültekin bi hunermend Dilovan re kiriye, ew jî di vê jimarê de weşiyaye.
Her weha çendîn helbestên helbestvanên mîna Berken Bereh, Mustafa Berzan Döner, Hafizê Şîrazî û yên din hatine weşandin. (FD)