40em hejmara Kovara “Kürt Tarihi”yê hatiye weşandin. Kovarê di vê hejmarê de dosyayek li ser “Sînemaya Kurdan” amade kiriye.
Di vê dosyayê de Artsvi Bakhchinyanî nivîsek li ser “Kurdên di Filmên Ermeniyan ên Dema Sovyetê de”, Yosef Abasî li ser “Kurd û Sînemaya Îranê”, Hamît Bozarslanî li ser “Marjînalî, Îdeolojî û Huner: Derbarê Yilmaz Guneyî de”, Ozgur Çîçekî li ser “Naskirina Sînemaya Kurdan”, Nazmî Kirikî li ser “Sînemaya Kurdan û Şal û Şûtikê”, Can Candanî li ser “Kolektîfa Sînema ya Mezopotamyayê û Belgefilmên Kurdan”, Mehmet Aktaşî li ser “Filmekî Derbarê Sînemaya Kurdan: Bîranînên li Ser Kevirî”, Sûncem Koçerê li ser “Şêweyeke Vegotinê, Sînemaya Kurdan” û hevpeyvîna bi Ahmet Guratayî ya derbarê sinemaya kurdan de hatine weşandin. Bahar Şîmşekî ev dosya amade kiriye.
Ji bilî nivîsên dosyayê, Seîd Verojî nivîsek derbarê Mehmet Cevdet Karlidagî de nivîsandiye ku kurê Abdûllah Cevdetî ye û xwediyê kovara Sedayê û li Elezîzê nûnerê “Kürt Teali Cemiyeti” bûye. (FD)