Kovara dumehane ya Dilopê dê bi zimanên Kurdî(Kurmancî û Kirmanckî) û Tirkî nivîsên li ser çand hûner, edebiyat û siyasetê nivîsan belav bike. Yekem jinmar dê di roja Newrozê de li ber destên xwendekaran be.
Dilopê danasîna xwe bi van gotinan kiriye:
"Dilop kovareke duzimanî ye; wê bi zimanê Kurdî(kurmancî û kirmanckî) û Tirkî bête çapkirin. Serê du mehan carekê wê bigihîje ber destên xwîneran. Dilop dixwaze ji bo xebatên çandî, hunerî, wêjeyî û polîtîk bibe piştgir. Wekî ji navê xwe jî diyar e xwe weke dilopekê dibîne di behra weşangeriya kurdî de.
"Di salên dawîn de weşangeriya kurdî bo wexteke kurt çalaktir bûbû. Lê piştî wê kurtedemê ji ber bayê siyasetê wekî tê zanîn zext û zor li ser weşangeriya kurdî dîsa zêde bûne. Kar û xebatên gelek sazî û dezgeyên çand, huner, wêje û medyaya kurdan an bi biryarnameyan hatin qedexekirin an jî hinekan ji wan ji ber zext û zorê neçar man ku bixwe kar û xebatên xwe rawestînin. Dilop di vê rewşa derasayî de dest bi weşanê dike. Dîsa di vê rewşa derasayî de gelek nivîskar nikarin bigihên xwîneran. Dilop dixwaze rê li ber wê yeke veke ku nivîskar xwe bigihînin xwîneran.
Dosyeyên di Dilopê de
Wêneyê bergê Dilopê
"Di her hejmara Dilopê de wê dosyeyek hebe. Di vê dosyeyê de bi beşdariya çend nivîskar, şair an pisporên mijara hatî diyarkirin nîqaşên berfireh bêne meşandin. Wekî mînak di hejmara ewil de mijara dosyeya Dilopê “Şopên realîzmê di sînemaya kurdî de” ye.
"Zeynel Dogan, Ali Kemal Çinar û Ozkan Kuçuk bi moderatoriya Ovgu Gokçeyê li ser vê mijarê sohbeteke têr û tije kirin. Wekî din hin rûpelên me yên sabît wê hebin. Mesela rûpeleke Dilopê ya bi navê xwe “Teyr û Tûr” heye. Ev, ji aliyê Dûrzan Cîrano ve tê amadekirin. Rêzdar Cîrano wê di vê rûpelê de her carê qala çivîkekê yan kulîlkekê bike, tevî çîrokên wan ên di nav gel de.
"Dîsa beşek bi navê xwe “Best û Helbest” heye. Di vê beşê de wê du şair her yekî helbestek li ser helbesteke şairek gorbihuşt binivîsin û ev her sê helbest wê bi hev re bêne weşandin. Mijarên weke muzîk, arkeolojî û sinema wê bi berdewamî tê de cî bigirin. Ji wêjeya cîhanê berhemên werger wê tê de hebin.
Mîtolojî, Qirkirina Ermenîyan...
"Ji xeynî vana di hejmara ewil de Yildiz Çakar li ser hêla mîtolojîk a newrozê gotarek, Şeyhmus Diken li ser qirkirina Ermenan çîrokek, Nurcan Baysal li ser Sûrê gotarek û Mehmet Bayrak li ser Kurdên rojava gotarek nivîsiye. Û gelek nivîs, helbest û gotaran cûr bi cûr wê bi Dilopê bigihin xwîneran."
Ferîd Demîrelî tîpguheziya çîroka S. Zoryanî ya bi navê Cem bîra avê ji pirtûka bi navê “Kitêba Zimanê Kurmancî – Bona Dersxana Şeşa” kiriye. Pirtûk sala 1935ê ji hêla H. Cindî, Casimê Celîl û Cerdoyê Gênco ve hatiye amadekirin û Neşra Hukumeta Ermenistanê ew çap kiriye.
(MB)