Fotograf: Arife Karakum / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ipsos, Şîrketa Lêkolînê ji bo Forûma Aboriyê ya Cîhanê li 30 welatan rapirsiyek kiriye ku ji bo vê rapirsiyê bi 21 hezar kesên temenê wan li jêr 70î re axivîne.
Li gorî encamên derketine, di dema şewba koronavîrusê de herî zêde li Tirkiyeyê derûniya mirovan têk çûye.
Ji sedî 61ê niştecihên Tirkiyeyê gotine ku ji ber şewba koronavîrusê derûniya wan têk çûye. Di xebatê de rêjeya nîvekî ya kurewî ji sedî 45 e. Ev encam dide xuyakirin ku ji dema pandemiyê destpêkiriye û heta niha li tevahiya cîhanê derûniya her ji du kesan a yekî têk çûye.
Li 11 welatên ku rapirsî lê hatiye kirin hema hema nêvîyê beşdaran gotiye derûniya wan têk çûye. Piştî Tirkiyeyê rêjeya herî bilind li Şiliyê (ji sedî 56) û li Macaristanê (ji sedî 56) derketiye holê.
Her weha hema hema nîvê welatiyên Îtalya, Brezilya, Brîtanyaya Mezin, Ispanya, Hollanda, Perû, Kanada û Polonyayê gotine derûniya wan têk çûye.
Bi tenê welatiyên li Çîn, Hindistan û Erebistana Siûdiyê gotine derûniya wan baş bûye.
Şîrketê di pirsên xwe de gotiye “gelo çiqas dem divê ji bo vegera beriya Covid-19ê?”. Ji sedî 59ê beşdaran gotiye ew li bendê ne di nava 12 mehan de vegerin jiyana beriya Covid-19ê.
Ji sedî 10ê beşdaran gotiye, li gorî nêrîna wan, pêvajoya vegera rewşa asayî wê ji sê salan zêdetir be. Ji sedî 8ê başdaran jî gotiye ev ê qet nebe. (HA/FD)