Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Sedat Peker û birayê wî Atîlla Peker ku bi serkirdayetiya rêxistina sûc tên tawanbarkirin, Korkût Eken, lîwayê teqawitkirî wek yek jê ji falîlên kuştina Kûtlû Adali dabûn nişandan. Korkût Eken têkildarî mijarê bi Saygi Ozturk, nivîskarê Sozcuyê re axiviye.
Eken diyar kiriye ku Mehmet Agar, Midirê Giştî ê Emniyetê yê wê demê ew şandiye Qibrisê û wî jî Atîlla Peker bi xwe re biriye. Ekenî îddia kiriye ku ti têkiliya wî bi kuştina Adaliyî re nîne.
Eken weha gotiye, “ Ez bi Atîlla Peker re çûm Qibrisê. Min têkildarî çalakiyên PKKê bi qasî 3-5 rojan lêkolînek kir. Min ev weke rapor amade kir û da Hasan Kundakçi, Fermandarê Kolordûyê. Her weha Eken gotiye, “Ma ez kujer im? Ma rayedarên dewletê û yekîneyên îstixbaratê nizanin?”
Eken destnîşan kiriye ku Hasan Kundakçi, Korgeneral û Fermandarê Hêzên Aştiyê yê wê demê ji Mehmet Agar ji bo “li Qibrisê çalakiyên PKKê bide sekinandin” alîkarî xwestiye û gotiye Agar jî ji ber vê sedemê ez şandim Qibrisê.
Eken diyar kiriye ku ew bi Atîlla Peker re çûye Qibrisê û piştre rapora ku amade kiriye daye Kûndakçiyî û weha gotiye, “Ez Kûtlû Adali nasnakim ku derbarê wî de biaxivim. Ji bo lêkolînkirina bûyerê ez ê gilî bikim. Siyasetmedar xwedî lihev derdikevin. Kî me diparêz e?Kesên ku xwedî li me derkev in nîne. Kesên ku faîlên bûyera Kûtlû Adaliyî dizanin, dizanin ti têkilay min pê re nîne.”
(DŞ/AY)