Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî Ajansa Nûçeyan ya Navendîya Koreyê, Kim di danişîna duh a li Meclisa Koreya Bakûr de ku qanûna birêkûpêkkirina bikaranîna çekên nukleerî tê de hatiye qebûlkirin, axivîye.
Kim diyar kiriye ku welatê wî tu carî dev ji çekên nukleerî bernade, Koreya Başûr û Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê ji ber tetbîqatên leşkerî yên hevpar ên "xeterdar" rexne kiriye.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, Kim îdia kiriye ku "Armanca Amerîkayê ku ne tenê hêza nukleerî ya Koreya Bakur ji holê rake, di heman deme de dixwaze bi lawazkirina mafên xweparastinê yên welatê wî, hikûmetê hilweşîne."
Yasaya pejirandî destûr dide artêşê ku li dijî "tehdîdek nukleerî an ne nukleerî" êrişên nukleerî bide destpêkirin.
Her wiha di qanûnê de tê gotin ku eger welat û gel bi "krîzeke karesatî" re rû bi rû bimîne çekên nukleerî dikarin bên bikaranîn.(EMK/AY)