Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li gorî nûçeya di ajansa fermî ya nûçeyan a KCNA ya Koreya Bakur de hatiye belavkirin, Koreya Bakûr plan dike ku di nava meha Tebaxê de êrîşî Girava Gûamê bike ku baregeha leşkerî ya DYAyê li wir e.
Kîm Rak Fermandarê Hêza Stratejîk a Artêşa Gel a Koreyê diyar kir ku ji bo êrîşa li ser giravê ya bi moşekên menzîlorte û menzîldirêj li bendeyî fermana serokê xwe Kîm Jon-ûn in. Li gorî zanyariya di nûçeyê de, 4 moşekên menzîlorte û menzîldirêj ên Hwasong-12 li bende dadanê ne.
Bersiv dan daxuyaniya Trûmpî
Rayedarên Pyongyangî daxuyaniya Serokdewletê DYAyê Trûmpî tewşikî nirxand ku Trûmp di destpêka hefteyê de gotibû, “Weke ku min got, ew ê bi agir, hêrs û hêza rast re rûbirû bimînin ku heta niha nedîtine”.
Japonya: Em ê moşekan bixin
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Kyodo ya Japonyayê Wezîrê nû yê Berevaniyê ê Japonyayê Itsûnorî Onoderayî gotiye heke moşek di xaka Japonyayê de derbas bibin ew ê moşekan bixin xwarê.
Bo çi Girava Gûamê?
Girav herêmeke leşkerî ya stratejîk e ku 6 hezar leşkerên DYAyê û bombeyên nukleer li vir bicî ne.
Girava Gûamê li rojavayê başûrê Koreya Bakur e û di behra Filîpînê ye.
545 kîlometrekare dirêjahiya Gûamê heye ku hejmara mirovên lê dijîn zêdetirî 160 hezaran e.
KENYyê biryara mueyideyan standibû
Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekgirtî (KENY) ji ber ceribandinên programa moşekan a di nava meha Tîrmehê de, di 5ê Tebaxa 2017yê de biryara mueyideyên nû ji bo Koreya Bakur derxistibû.
Koreya Bakur piştî vê biryarê bi rojekê bersiv da û got ku “Heke DYA xwe li rexê din ê okyanûsê di nava ewlekariyê de dibîne, ev xetayeke herî mezin e.” (HK/FD)
* Çavkanî: KCNA, BBC, Spûtnîknews.