Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Koordînasyona Heskîfê bangewaziyek ji bo Gola Bendava Germavê kiriye ku êdî av xwe lê digire. Koordînasyonê gotiye, “Tiştê ku niha derketiye holê wê nêrînê xurt dike ku devikên gola bajarê ne ji bo ceribandinê ango bi armanceke mayînde hatine girtin. Em bi hev re ji bo Heskîf û Newala Dîcleyê têbikoşin, Em vê têkoşînê û projeyên din ên wêrankirinê bînin ba hev û hevgirtinekê ava bikim.”
Koordînasyonê dîmenên Heskîfê yên 19, 24 û 29ê Tîrmehê ji peykê hatine girtin, par ve kiriye û daxuyaniyek weşandiye:
19ê Tîrmeha 2019ê
24ê Tîrmeha 2019ê
29ê Tîrmeha 2019ê
“Di rojên 20 û 22yê Tîrmehê de bêyî ku daxuyaniyekê bidin devikên bendavê girtine û di encama vê de gola bendavê her roja ku diçe ber bi qadên din ve fireh dibe.
“Dîmenên peykê yên 19, 24 û 29ê Tîrmehê daxuyaniya fermî piştrast nake. Piştî girtina devikên bendavê, zanyariyên bi rojnamegeran re hatibûn par ve kirin û digotin me bi armanca ceribandinê devik girtine, ne bi awayekî fermî hatibû dayîn. Lê rewşa ku niha derketiye holê wê nêrînê dide xurtkirin ku devikên gola bendavê ne bi armanca ceribandinê le bi armanceke mayînde hatine girtin. Tê famkirin ku li vir armanc bi bêdengî qulopoloyê li civakê û raya giştî çêbikin.
“Her roja ku dibore, gola bendavê dibe sedema mirin û fetisandina di avê de ya bi sedan zindîweran.
“Hîna Nirxandina Bandora Derdorê ya Bendava Germavê û Santrala Hîdroelektrîk nehatiye kirin û pispor û akademîsyenên serbixwe li Newala Dîcleyê lêkolînek pêk neaniye. Ev jî bûye sedema wî tiştî ku em nizanin bê gol bandoreke çawa li ser cinsan dike. Di lêkolînên hindik de derketiye holê ku li newalê cinsên endemîk û zindîwerên di bin xetereya tunebûnê de ne hene. Dema em ji vir de li mijarê dinêrin, gola ku heta nila li Germavê derketiye holê binpêkirina peymana Neteweyên Yekgirtî ye ku Tirkiyeyê jî ev peyman îmze kiriye. (AO/FD)