Ji bo nûçeya Tirkî
Hat ragihandin ku Serokê Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê Hansjorg Haber bêyî ti hincet diyar bike, îstîfa kiriye.
Agahiya îstifayê Ajansa Nûçeyan a Reutersê ragihand.
Derbarê wext û sedema îstifakirina Haberê de ti daxuyanî nehat dayîn.
‘Wekê tirkan destpêkirin, wekê almanan dawîkirin’
Haber di 13ê Gulanê de li daxuyaniyeke xwe ragihandibû ku ji bo serbestkirina vîzeyê de di sala 2013an de ji hêla Yekîtiya Ewropayê ve 72 krîter bo Tirkiyeyê hatine diyarkirin û gotibû: ‘Gotineke pêşîyên me heye ku dibêjin, ‘Wekê tirkan destpêkirin, wekê almanan dawîkirin’; lê li vir berovajiyê vê yekê pêk hat.’
Wezîrê YEyê yê wê demê Volkan Bozkir bertek nîşanî gotinên Haberê dabû û gotibû: ‘Mafê ti konsilxaneyê tine ku ji bo serokomarê wî welatê lê ye gotinên çewt bêje. Ev yek rêbazeke pêwistiyeke dîplomasiyê ye. Haberê ku bi almanbûnê pesnê xwe dide, divê derbarê wan gotinên xwe de daxuyanî bide.’
Haber ji 1ê Cotmeha 2015an vir ve li Enqereyê wezîfedar bû.
Haber kî ye?
Hansjörg Haber di sala 1953an de ji dayîk bûye. Li Zanîngeha Munihê beşa aboriyê xwendiye.
Li Beyrût (2007-2008) û Qahireyê (2014-2015) konsultî kiriye.
Li Servîsa Çalakiyên Derve yê Yekîtiya Ewropayê de weke ‘Şefê Operasyonên Sivîl’ wezîfe kiriye. (2011-2014)
Demên cuda de li Yekîtiya Sovyetan, Rûsya, Tirkiye, Fransa û Filipînan jî wezîfe kiriye.
(YY/YO)