Fotograf: Konseya Ewropayê / Twîtter
Ji bo nûçeya tirkî /îngilîzî bitikîne
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku pêkanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê(DMME) kontrol dike, ji Tirkiyeyê têkildarî 15 dozan rapor xwestiye. DMMEyê têkildarî 15 dosyeyan biryara binpêkirina mafan dabû.
Komiteya ku pêkanîna biryarên DMMEyê kontrol dike, ji Serokatiya Daîreya Mafên Mirovan a Wezareta Dadê û Serdozgeriyên Komarî yên peywendîdar re nivîs şandiye û derbarê dozan de zanyarî xwestiye.
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, têkildarî 15 dosyeyên DMMEyê biryar li ser daye ji Tirkiyeyê rapor xwestiye ku ka dîsan derbarê dozan de lêpirsîn/dadgehkirin çêbûya an na û doz ji dema xwe bihuriye an na. (HA/AY)