Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) rapora xwe ya derbarê referandûma 16yê Nîsanê de aşkere kir.
MPKEyê di rapora xwe ya talî de weke di rapora xwe ya piştî referandûmê aşkere kir de got pêvajo “ne di nava şertên wekhev de pêk hat” û di di pêvajoyê de “her du aliyên kampanyayê ne xwediyê şertên wekhev bûn”.
BITIKÎNE - RHEE: Referandûm di nava şertên wekhev de çênebû
“Dengdêr nehatin agahdarkirin”
Di raporê de hate destnîşankirin ku kampanya bêhtir bi platformên medyaya civakî û înternetê ve girêdayî mane û dengdêr ji hêla Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) an jî ji hêla otorîteyên dewletê yên din ve derbarê xal û bandorên potansiyel de bi awayekî fermî têra xwe nehatine agahdarkirin.
“YSK ne zelal e”
Hat diyarkirin ku 45 îtirazên ji YSKyê re çûne di hevdîtinên girtî de hatine nirxandin û biryar nehatine aşkerekirin û hat gotin ku ji ber ixrackirina dadwer û dozgeran di pêvajoya referandûmê de jî berdewam kiriye bi vî awayî bandor li ser serxwebûna dadê çêbûye.
Di raporê de hate destnîşan kirin, biryara YSKyê ya roja referandûmê ku beriya jimartina dengan derbarê pûsilayên bêmohr de standibû “li dij yaseyan e” û ev tê wateya binpêkirina ewlekariyeke yaseyî ya gelekî girîng.
Di berdewamiya raporê de behsa programên Serokwezîr û Serokomar hatiye kirin û tê gotin ku ew kesên ku divê li gorî Destûra Bingehîn ve bêalî bana piştgirî dane kampanyeya “Erê”.
Dîsa li ser xebatên “NA” yên CHPê û HDP ya ku parlamenterên wê û 83 şaredarên wê di girtîgehê de ne hatiye sekinandin û hatiye gotin ku gelek astengî li hemberî mafê kampanyeyê yên kesên piştgiriya “NA”yê dikirin hatiye destxistin.
Rapor balê dikişîne ser rewşa medyayê û tê diyarkirin ku di medyayê de kampanyeya “erê” serwer bûye û TRTyê “bi awayekî aşkere pêşanî dane partiya desthilatdarê û Serokomarî”. (ÇT/FD)