Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Konseya Ewropayê (KE) ji ber wê biryara wê rexne li Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) aniye ku gotibû ew ê mezbateyê nedin kesên ji ber Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnan de (KHK) hatine ixrackirin.
Thorbjorn Jagland, Sekretekê Giştî yê Konseya Ewropayê, ji bo vê mijarê ji Sadî Guven, Serokê YSKyê re nameyek nivîsandiye.
Jaglandî ew biryara YSKyê ya di vê mijarê de daye li dij hîmên bingehîn ên demokrasiyê nirxandiye. Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê her weha bang li YSKyê kiriye û xwestiye ku mezbateyê bidin kesên di hilbijartina herêmî ya 31ê Adarê de bi ser ketine.
Jaglandî di nameya xwe de bi bîr xistiye ku Tirkiye endamekî girîng ê Konseya Ewropayê ye û gotiye, “mecbûriye ku rêzê li desthilatdariya vîna gel bê girtin”. (HK/FD)