Fotograf: AA / Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) li roja pêncşemê derbarê vîrusa Covîd-19ê de dê bi sîstema vîdeoyî civînekê wê pêk bîne û rojevê binirxîne.
Li gor agahîyên ku NYê aşkere kirine, ji ber ku KENY ji bo şewba koronayê nakeve nav liv û tevgeran tê sucdarkirin. KENYyê jî biryara kombûnê daye û wê di kombûnê de krîza Covîd-19ê binirxîne. Herweha dê civîn bi awayekî girtî pêk were.
Çîn bi germî nêzîkî civînê nabe
Li gor nuçeya Euronewsê diplomatan gotiye, ku di nava welaten mafên wan yên vetoyê hene da nakokî hene. Di heman demê de ji ber ku DYAyê ji bo vîrusa Covîd-19ê gotibû vîrusa Çînê, Çîn bi germî nêzîkî fikra kombûnê nabe.(PT/AY/FD)