Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî (NY) li ser daxwaza pênc welatan wê îşev bicive û operasyona Tirkiyeyê ya li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê biaxive.
Îngîltere, Fransa, Almanya, Belçîka û Polonyayê daxwaza civîna lezgîn kiriye û wê civîn li ser vê daxwazê pêk were. 15 endamên NYyê wê di civîna ji çapemeniyê girtî de operasyonê binirxînin.
YEyê ji bo operasyon bisekine bang kiribû
Nûnertiya Bilind a Karûbarên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser navê 28 welatên endam daxuyaniyeke hevbeş weşandiye. Nûnertiyê gotiye ku operasyona leşkerî ya li ser Sûriyeyê wê ji bo çareseriya mayînde ya pevçûnan nebe çareserî û bang li Tirkiyeyê kiriye ku “operasyonê bisekinin.”
Di daxuyaniya YEyê ya fermî de her weha hatiye gotin ku, “Qaşo ‘herêma ewle’ ya ku wê Tirkiye weke, ji bo vegera penaberan ne li gorî krîterên navnetewî ye.” (PT/FD)
Fotograf: AA