Konserên hunermendên kurdan di van demên dawî de dîsa rûbirûyê betalkirinê tên. Herî dawî konsera hunermand Rojda Şenses, Diljen Ronî û Azad Bedran hat betalkirin. Niha jî konsera hunermend Xecê hatiye betalkirin.
Konserên ku li 16ê Çirîya paşiyê li Erzuromê, 20ê Çirîya paşiyê li Agirîyê û 21ê Çirîya paşiyê li Mûşê dê pêk bihata, ji alîyê rêveberên salonan ve hatine betalkirin.
Berê jî konsera Rojda Şenses ya li Stenbolê, ya Diljen Ronî ya li Şîşlîyê û ya Azad Bedran ya li Antalyayê hatibûn betalkirin.