Koma Amed ku di salên 1990î de bi gotinên xwe yên siyasî, şêwaza muzîka resen û awazên xwe yên pirrengî bûbû dengê nifşekî, piştî gelek salên sirgûn, qedexe û zextan, xwe amade dike ku bigihîje hezkiriyên xwe. Koma Amed dê di Cotmehê de piştî 30 salan cara yekem li Amed konsertek bide.
Endamê Koma Amedê Memo Gul, li ser hesaba xwe ya Xê ragihand ku dê di 1ê Mijdarê de li Amedê konserê bidin.
Konser dê li qada Newrozê bê lidarxistin.
AGAHI
— Memo Gül (@memo_gul) September 21, 2025
Konsera Koma Amed ya li Amedê 01.11.2025 li qada Newrozê cêdibe.
DUYURU
Koma Amed olarak Amed de verecegimiz konserin tarihi 01.11.2025.Newroz alanin da bulusmak üzere
Koma Amed pic.twitter.com/OLq7wgePFa
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê jî derbarê konsera ku dê li Parka Newrozê were lidarxistin de wiha got:
"Bi mazûvanîya Şarêdarîya Bajarê Mezin û Şarêdarîya Peyasê, em hemû gelê Amedê li benda we ne. Em gelekî serbilind û dilxweş in ku hunê piştî sî salan li Amedê, li bajarê xwe, stranên xwe yên bê hempa bibêjin.
Wê hesret 01.11.2025 an de bi dawî bibe"
Derbarê Koma Amed de
Kom, sala 1988an ji aliyê xwendekarên Fakulteyên Tipê yên Zanîngehên Enqere û Hacettepeyê ve hat damezrandin.
Di nav endamên destpêkê yên komê de Evdilmelîk Şêxbekir, Gulşen Çetîn, Savaş Çakmak, Rohat Kutlay, Fikrî Kutlay, Mustafa Kart û Ahmet Kaya hebûn.
Albuma yekem sala 1990î bi navê "Kulîlka Azadî" derket û dengekî mezin veda.
Yek ji endamên destpêkê yên komê Evdilmelîk Şêxbekir, ji bo avakirina Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) jî kedeke mezin da.
Evdilmelîk Şêxbekir, Îlona 1991ê tevlî refên PKKyê bû û sala 1992yan jiyana xwe ji dest da.
Komê paşê bi beşdariya gelek hunermendên din xebatên xwe domand lê hinek endamên komê piştî albuma "Dergûş" a sala 1997an ji ber sedemên siyasî neçar man ku penaberî welatên Ewropayê bibin.
Albumên komê:
- Kulîlka Azadî (1990)
- Agir û Mirov (1995)
- Dergûş (1997-98)
(AY)
