Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Kongreya DYAyê di civîna hevpar a Senato û ya Meclîsa Nûneran de Serokatiya Joe Bidenî ya DYAyê hatiye pesendkirin.
Hejmara delegeyên Bidenî gihîştiye 270î. Donald Trump, Serokê DYAyê gotiye ew ê di 20ê Kanûna Paşiyê de “dest ji wezîfeyê berde û wezîfeyê bide Bidenî.”
Xwestine Trump ji wezîfeyê were avêtin
Piştî ku alîgirên Trumpî ketin avahiya Kongreyê û di encama bûyeran de 4 kes mirin, du endamên Partiya Demokratan, daxwaz kirine ku Trump ji wezîfeyê were avêtin.
Ayanna Pressley, endama Meclîsa Nûneran a Massachusettsê gotiye: “Divê Meclîsa Nûneran demildest Donald Trumpî ji wezîfê biavêje û Kongre careke din kom bibe divê DYA wî ji wezîfeyê dûr bixe.”
İlhan Omar, yekem endama sergirtî ya somaliyî jî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşandiye û gotiye “bila Meclîsa Nûneran demildest Trumpî ji wezîfeyê bavêje û Senatoya DYAyê jî wî ji wezîfeyê dûr bixe.”
(PT/FD)