Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Encamnameya Kongreya Diyalogê ya Niştimaniyê ya Sûriyeyê hat aşkerekirin ku kongre li bajarê Soçî yê Rûsyayê bi rê ve çû.
Di encamnameyê de hatiye diyarkirin ku hikûmeta Sûriyeyê divê tenê ji hêla gelê Sûriyeyê ve were nîşankirin.
Staffan de Mistura Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekgirtî yê li Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de got, beşdarên Kongreyê li hev kirine ku Komisyona Destûra Bingehîn a Sûriyeyê ava bikin.
Di encamnameyê de hatiye gotin ku ji çi nîjad û etnîsîteyê dibin bila bibin mafên hemû Sûriyeyan weke hev in.
Wê çi bibe ji wan kesên ku beşdarî Soçiyê nebûne?
Mistura got ku li gel nûnerên beşdarî kongreyê bûne, yên beşdar nebûne jî wê karibin di komisyonê de cî bigirin.
Komîteyek hatiye avakirin
Nêzîkî 1500 kes beşdarî Kongreyê bûne û ji bo li ser destûra Sûriyeyê ya nû kar bikin komîteyek hatiye avakirin. Di komisyonê de wê 150 kes kar bikin ku nûnerên hikûmeta Sûriyeyê, yên muxalefetê, pisporên li ser Sûriyeyê kar dikin, kesayetên serbixwe, serokên eşîran û jin jî di nava wan dene.
“Ji bo lihevkirina dawiyê wê di Cenêvê de nîqaş çêbibin”
Li gorî encamnameyê lihevkirina dawiyê ya li ser erkên komîteya destûrê, qaîdeyên proseduran, krîterên hilbijartinê û yên din wê di pêvajoya Cenêvê de çêbibe.
Komên ku beşdarî kongreyê nebûn…
Nûnerên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji ber îtirazên Tirkiyeyê û operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê li ser Efrînê pêk aniye beşdarî kongreyê nebûn. Her wiha Eniya Niştimanî ya Kurd li Suriyeyê (ENKS) jî beşdarî kongreyê nebû. Komîteya Gotûbêjên Bilind jî yek ji wan komên beşdarî li kongreyê nekirin ku di hevdîtinên Cenêvê de nûnertiya muxalefetê dikin. (HK/FD)