Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Kongreya Amerîkayê reşbeleka biryarnameya şermezarkirina polîsên parastina Recep Tayyîp Erdoganê serokkomar qebûl kir.
Welatiyan li dijî Erdoganî xwenîşandanek pêk anibû.
Polîsên parastina Erdoganî li Washington DCyê li ber deriyê balyozxaneya Tirkiyeyê, xwenîşander hingavtibûn.
Li gor nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Doganê yê New Yorkê, Nafis Albayrakî Kongreya Amerîkayê reşbeleka biryarnameyê qebûl kiriye.
“Dersînorkirin”
Endamên kongreyê rexneyên hişk li polîsên parastinê kirine.
“Divê hesabê wan tiştên li ber deriyê balyozxaneya li Washington DCyê pêk hatî ji hikûmeta Tirkiyeyê bê xwestin.
“Divê demildest ew kesên tevlî bûyerê bûyîn bêne dadkirin. Ew kesên li welatî mayîn bêne dersînorkirin, hatina wan kesên dî jî bê qedexekirin.”(AS/MB)