Fotograf: Amed Spor / Twitter
Amed Sporê aşkere kiriye ku wan kongreya xwe ji ber Covid-19ê taloq kiriye.
Diviyabû Amed Sporê di 12ê Hezîranê de kongreya xwe pêk bi anîba. Kongre ji bo 19ê mehê hatibû taloqkirin. Lê kongre ji ber Covîd-19ê carekî din hatiye bi paş ve xistin.
Klûba Amed Sporê daxuyaniyek belav kiriye û gotiye, Wezareta Navxweyî ji ber Covîd-19ê çêkirina civînan qedexe kiriye û wan jî ji ber biryara Wezaretê kongreya xwe taloq kiriye.
Her weha Klubê di daxuyaniyê de aşkere kiriye, wan biryar dane wê kongreye di saet 14.00ê 2ê Tebaxa 2020an de li Salona Kongreyê ya Şeyhmûs Ozerî pêkbînin. (AY/FD)
*Çavkanî: Diyarname