Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Muzeya Jinan a Stenbolê û Navenda Xebatên Zayenda Civakî û Jinan a Zanîngeha Sabanciyê (Su Gender) wê Konferansa Pedagojiyê ya Feminîstan çêbike. Navê konferansê bi berfirehî wiha ye: Pedagojiya Feminîstan: Muze, Cihên Derbarê Hafizayê û Pratîkên Bîranînê, 1em Konferansa Muzeyên Jinan a Asya û Ewropayê.
Cara pêşiyê ye ku bi vî navê konferans wê çêbibe û di vê çarçoveyê de wê akademisyen, lêkolîner û aktivîst li ser mijara bîrê û bîranînê biaxivin. Konferans wê 18ê Çiriya Pêşiyê dest pê bike û heta 20ê vê mehê wê berdewam bike. Konferans li Salt Salata û Minerva Pasajê wê bi rê ve biçe.
Ji bo bernameyê ji gelek welatan beşdar wê nêrîn û tecrubeyên xwe bînin ziman. Dîsa di bin sernavê “Avakirina Aşrîva Feminîst de” lêkolîner Zeyneb Yaş wê li ser dengbêjên kurd bi axive. Yaş di vî beşî de wê axavtina xwe di bin navê “Dengên Winda” de pêşkêş bike.
Pêşangeha “Bêyî îfşa bikin” wê çêbibe
Di dema bernameya konferansê de wê her weha pêşangeha bi navê “Bêyî îfşa bikin” çêbibe ku ji hêla Muzeya Jinan a Stenbolê ve hatiye amadekirin.
Hûn dikarin zanyariyên zêdetir ji vê lînkê werbigirin.
Ji bo forma beşdariyê bitikîne (EMK/FD)