Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Medya çiqasî û çawa cî dide jin û LGBTIyan? Zimanekî çawa di nûçeyan de tê bikaranîn? Û ya herî girîng jî, nûçeyên jinparêz û LGBTIparêz divê çawa bên çêkirin?
Di çarçoveya projeya ku Weqfa Ragihandinê IPS/bianet bi rê ve dibe û KAOS GL piştgiriya wê dike ji bo bersiva van pirsan derketiye rê. Di projeya “Nûçegîhaniya Zayenda Civakî” de me li gelek bajaran bi beşdariya rojnameger, akademisyen, jin û endamên komeleyên LGBTIyan re atolye û civînên maseya gilover çêkirin.
Beşa herî dawî ya vê projeyê wê weke konferansekê çêbibe ku navê wê “Nûçegîhaniya Zayenda Civakî” ye û dê 14ê Gulanê roja duşemê çêbibe.
Anna-Klara Bratt avakar û berpirsa weşanê ya rojnameya jinan a bi navê feministperspective.se û Prof. Dr. Sevda Alankûş ji Zanîngeha Kadîr Hasê û Şêwirmenda Perwerdeyê ya Weqfa Ragihandinê IPS wê di konferansê de biaxivin. Moderatora konferansê jî Yildiz Tar Koordînatora Programa Medya û Ragihandinê ya KAOS GLyê be.
Konferans wê 14ê Gulanê roja duşemê saet di navbera 17.30 û 21.30 deqîqeyan de li Salona Civînê ya Cezayîrê çêbibe û em dixwazin hûn jî beşdarî li civînê bikin.
* Piştî konferansê wê kokteyl bê dayin.
** Di bernameyê de wê wergera sîmultane ya Ingilîzî-Tirkî, Tirkî-Ingilîzî çêbibe.
*** Projeya Nûçegîhaniya Zayendiya Civakî bi piştgiriya darayî ya Yekîtiya Ewropayê çêdibe.
**** Em li bendê ne ku hûn daxwaza beşdariya xwe ji bo [email protected] ê ragihînin.