Mehek ji ser operasyona 12ê Îlonê ya li dijî LGBTÎ+yan re derbas bû. Ji ber vê yekê Kampanyaya Em Azadiyê Dixwazin ku li ber Girtîgeha Sincanê daxuyaniya çapemeniyê da.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku girtî mehek e di girtîgehê de têne girtin û weha hat gotin:
“Me dixwest ku em îro li vir ji bo pêşwazîkirina hevalên xwe kom bin. Lêbelê tam berî mehekê, hevalên me yên LGBTÎ+ ku bi operasyoneke bêhiqûqî û zordar a desthilatdariya AKPê ji nav me hatin girtin û hîn jî di Girtîgeha Sincanê de dîl têne girtin.”
Endamên kampanyayê transê mêr Poyraz ku li Girtîgeha Sincanê jiyana xwe ji dest dabû jî bi bîr anîn, banga berdana LGBTÎ+yên girtî kirin:
“Dîwar, têlên bidirî, gardiyan, leşker û polîs bikevin navbera me û hevalên me jî; desthilatdarî hemû derfetên xwe bixe dewrê jî em îro ji vir, ji ber Girtîgeha Sincanê ku we girtiyê trans Poyraz tê de kuşt, careke din diqîrin: Ji bo girtiyên LGBTÎ+ azadî!”
Endamên kampanyayê polîtîkayên desthilatdariyê yên li hemberî tevgera LGBTÎ+yan rexne kirin û wiha bang kirin:
“Desthilatdariyê di salvegera tarî ya 12ê Îlonê de şerê li dijî LGBTÎ+yan û tevgera LGBTÎ+yan hilbijart. Desthilatdarî nikare têkoşîna me ya hebûnê asteng bike. Ji ber ku em di nav dilê jiyanê de ne. Di dibistanê de, li malê, di kar de, di Meclisê de, di parkê de; wate em li her derê ne!”
Endamên kampanyayê mirina zarokên karker ên di Navendên Perwerdeya Pîşeyî (MESEM) de, kuştina jinan, tundiya li dibistanan zêde bûye û veguhastina çavkaniyên dewletê bo sermayeyê jî anîn rojevê.
“Em ê ji bo jiyaneke wekhev û azad têbikoşin”
Kampanyaya Em Azadiyê Dixwazin, daxuyaniya xwe bi dawî kir ku ew ê piştevaniya bi girtiyên LGBTÎ+ re berdewam bikin:
“Tevî hemû zextan em ê ji bo jiyaneke bi hev re, wekhev û azad têkoşînê berdewam bikin. Em ê hevalên xwe ji dezgehên we yên zilmê, ji zindanên we derxin û bistînin!”
Daxuyanî bi dirûşmên “Her der zindan e, em azadiyê dixwazin” û “Bijî piştevaniya me ya femînîst” bi dawî bû.
(NÖ/AY)










