Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo biryara ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Osman Kavalayî de daye, bang li Tirkiyeyê kiriye. Komîteyê diyar kiriye ku biryara misoger bûye, bicih bînin û Kavalayî serbest bikin.
DMMEyê di 10ê Kanûna Pêşiyê ya 2019an de biryar dabû ku mafên karsaz û mafparêz Osman Kavalayî hatine binpêkirin. Kavala di 18ê Çiriya Pêşiyê ya 2017an de hatibû desteserkirin û di 1ê Çiriya Paşiyê ya 2017an de hatibû girtin. Dadgehê biryar girtibû ku digel gumanên maqûl nîne Kavala ji ber sedemên siyasî girtî ye û ji ber Dadgeha Destûrî serlêdan di demeke qebûlkirî de nenirxandiye, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye binpêirin.
Biryara DMMEyê di 12ê Gulana 2020an de misoger bûbû.
“Divê biryara tehliyekirina wî demildest were dayîn”
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bal kişandiye ser biryara DMMEyê ya ku dibêje bêyî delîl û gumanên qebûlkirî hebin Kavala girtî ye.
Hatiye diyarkirin ku digel biryara bearetkirina wî ew ji ber lêpirsîneke din hatiye girtin û her çend biryara DMMEyê ne ji bo vê lêpirsîna nû be jî, qinyateke xurt heye ku heman binpêkirinên mafan dewam dikin.
Di biryara DMMEyê de hatiye gotin ku diviyabû Dadgeha Destûrî dosyaya Kavalayî di kêmtirîn demê de binirxine û biryarekê bide, lê ev nehatiye kirin. Komîteyê her weha destnîşan kiriye ku divê biryara tehliyekirina Kavalayî ya DMMEyê demildest were bicihanîn.
Çi bûbû?
Osman Kavalayî di 8ê Hezîrana 2018an de bi rêya parêzerên xwe serî li DMMEyê dabû û gotibû biryara girtina wî ya demkî li dijî Xala 5em a PMMEyê ye ku derbarê mafê jiyan û azadiyê de ye. Kavalayî her weha diyar kiribû ku biryara girtina wî ji ber sedemên siyasî ne.
Di Doza Geziyê de ji bilî Osman Kavala, Serokê, Lijneya Rêveber a Anadolu Kulturê 15 kesên din tên dadgehkirin. Tenê Kavala girtî ye. Dadgehkirinê di 24ê Hezîrana 2019an de destpê kiribû. Kavala di vê dozê de beraet kiribû lê piştî wê dozeke din bi tohmeta ku "sîxurtiya leşkeri yan jî siyasî kiriye" careke din hatibû girtin. Hîna li Girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin.
Derbarê Osman Kavalayî de
Di sala 1957an de li Parîsê ji dayik bûye. Beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Manchesterê qedandiye. Di sala 1982ê de weke rêveber li Kavala Grûbê dest bi kar kiriye.
Tevlî Mûrat Belgeyî Weşanxaneya Îletîşîmê ava kiriye ku yek ji weşanxaneyên sereke yên Tirkiyeyê ye.
Weke endam din ava Konseya Karî ya Tirk-Polonan de, Konseya Karî ya Tirk-Yewnanan, Center For Democracy in Southeast Europe (Navenda Demokrasiyê ya li Rojhilatê Başurê Ewropayê) û hin dezgehên karî û civakî sivîl de kar kiriye.
Endamê Lijneya Rêveber ê TESEVê, endamê Lijneya Şêweber ê Enstîtuya Civaka Vekirî, endamê Komeleya Welatiyan a Helsînkiyê, piştevanê Tarih Vakfi û Diyarbakir Kultereviyê ye. (AS/FD)