18emîn Civîna Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de ava bûbû, bi mijara serdana Îmraliyê dest pê kir. Murat Emîr aşkere kir wê CHP neçe Îmraliyê. Fetî Yildiz jî ragihand ku wê li ser navê MHPê ew bi xwe biçe Îmraliyê.
Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş û koordînatorên partiyên siyasî yên di Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de cih digirin beriya civîna bi rojeva serdana Îmraliyê, kom bûn.
Cîgira Serokê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgirê Serokê MHPê Fetî Yildiz, Serokê Koma AKP’ê Abdulhamît Gul, Serokwekîlê Koma CHP’ê Murat Emîr û Serokê Koma Yenî Yolê Bulent Kayay dê beşdarî civîna li Meclîsê bû.
Fetî Yildiz: Ez dê li ser navê MHPê biçim Îmraliyê
Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz jî beriya civîna Komîsyonê pirsên rojnamegeran bersivandin.
Yildiz got ku divê dengdana ji bo serdanê bi eşkereyî bê kirin û ew bawer dike ku dê biryara "erê" derkeve.
CHP: Ew dê ti nûneran neşînin Îmraliyê
Partiya Gel a Komarî (CHP) biryara xwe ya derbarê serdana Komîsyona Parlamentoyê ya ji bo Îmraliyê eşkere kir. Serokwekîlê Koma CHPyê Murat Emîr ragihand ku ew dê ti nûneran neşînin Îmraliyê.
Partiya Gel a Komarî (CHP) biryara xwe ya derbarê ziyareta Komîsyona Parlamentoyê ya ji bo Îmraliyê zelal kir.
Serokwwekîl û Endamê CHPyê Komîsyonê Murat Emîr ragihand ku ew dê nûnerên xwe neşînin Îmraliyê.
Ahmet Şik: Divê bi Kandîlê re jî bê axaftin
Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Ahmet Şik jî nêrînên xwe anî zimên. Şik got ku divê mirov çawa di şer de wêrek be, di aştiyê de jî wisa wêrek be.
Ahmet Şik got, "Belê, divê mirov biçe Îmraliyê, heke pêwîst be biçe Kandîlê jî. Divê bi Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş re jî bê axaftin."
Serokê Koma Rêya Nû Bulent Kaya pêşniyar kir ku ji bo guhdarîkirina kesên ku nikarin bên Komîsyonê, rêyên alternatîf bên dîtin.
Serokê Giştî yê Partiya Çep a Demokratîk (DSP) Onder Aksakal jî pêşniyar kir ku hevdîtin bi rêya SEGBISê (Sîstema Deng û Dîmenê) bê kirin da ku hestyariya malbatên leşkeran neyê binpêkirin.
Komîsyon wê biçe Îmraliyê
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisê, civîna xwe ya 18’an li dar xist. CHP’ê ragihand ku dê endamên xwe neşîne Îmraliyê û civîn terikand. Lê dîsa jî hewldanên CHP’ê yên ji bo sabotekirina civînê vala derket û komîsyonê civîna xwe domand.
Di encama dengdanê de biryar hate dayin ku şandeyeke ji komîsyonê biçe Girava Îmraliyê û bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.
(AY)
