Toleyên ku serokkomarê Tirkiyeyê û gelek rayedaran mecbûrî hin kiriyaran dike hatiye qebûlkirin.
Bixwîne - 5 senatorên DYAyî xwestine ku li dijî Tirkiyeyê tole werin ragihandin
Li senatoyê ji bo toleyê 18 dengên erê û 4 dengên na hatine dayin.
Heke ji sêyê duyê Komîteya Giştî ya Senatoyê dengê erê ji bo reşbelekê bide, serokdewlet dê nekare veto bike.
Piştî ku operasyona Tirkiyeyê ya li Rojavayê dest pê kiribû Eliot Engel, Serokê Komisyona Karûbarên Derve yê Meclîsa Nûneran û Mike McCaul, nûnerê Meclîsa Nûneran ê Komarparêz pêşnûmeqanûn amade kiribûn û pêşkêşî Meclîsê kiribûn.
Pêşnûmeqanûn beriya pêşkêşî Donald Trump, Serokê DYAyê bê kirin divîya li Senatoyê jî bihata qebûlkirin.
Pêşnûmeqanûn toleyan ji bo rayedaran dixwaze
Di pêşnûmeqanûnê de pêkanîna toleyan ji bo Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê Recep Tayyîp Erdogan, Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay, Wezîrê Berevaniya Netewî Hûlûsî Akar, Wezîrê Karûbarên Derve Mevlut Çavûşoglû, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Fatîh Donmez, Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Berat Albayrak û Wezîra Bazirganiya Rûhsar Pekcanê dixwaze.
Meclîsa Nûneran a DYAyê toleyên ji bo Tirkiyeyê qebûl kiriye
Di pêşnûmeyê de her weha ji bo wan kes û şîrketên ku çek û kelûpelên leşkerî difiroşin artêşa tirkan jî tole tên ragihandin.
(EKN/MB)