Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Komisyona Ewropayê bang li Faruk Kaymakçi Nûnerê Daimî yê Tirkiyê li YEyê kir û derbarê gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de agahî ji wî xwest.
Erdogan duh li Kulliyeya Serokomariyê bi endamên Komeleya Weşangerên Anadoluyê re civiya û derbarê qedexekirina mitîngên referandûmê li Almanya û Hollandayê de gotibû, “Heke ku hûn wisa berdewam bikin, sibê li di tevera cîhanê ti ewropayî, rojavayî, bi ewle, bi aramî nikare gava xwe bavêje kolanê”.
Derbarê bûyerê de berdevka berpirsiyar ji Karên Derve ya Ewropayê Maja Kocijanjicê daxuyaniyek da:
“Me xwest ku Nûnerê Daimî yê Tirkiyê were. Em li bendene ku derbarê gotinên Erdogan ên têkildarî ewlekariya ewropiyan de nirxandinekê bike.”
(HK/FD)